PLAY da ku guh bide radyoyê
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina HDP’ê doz vekir
Dibe ku HDP bê girtin, piştgiriya xezîneyê bi temamî yan jî qismî bê qutkirin
Serdozgeriya komarê ya dadgeha bilind îdia kir ku “HDP bûye çavkaniya fealiyetên terorî yên pkk’ê”, bi vê hincetê jî li dadgeha makezagonê doza girtina hdp’ê da vekirin. Niha ji bo HDP’ê pêvajoya dadgeha makkezagonê dimeşe. 3 tercîhên dadgeha makezagonê hene. Va ye hûrgiliyên mijarê di xebera me de ne…
Fezlekeyên ji bo sûcên endamtî û propagandaya rêxistina terorî PKK’ê, îdianameya bûyerên 6 û 8ê Cotmehê ya bi 108 bersûcan, biryarên girtinê….
Hemû bûn delîl û doz hat vekirin…
Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji bo girtina HDP’ê li Dadgeha Makezagonê doz vekir.
Di doza girtinê de hat dûpatkirin ku HDP ligel rêxistina terorî PKK’ê tevdigere, bi daxuyanî û fealiyetên xwe xirakirina yekîtiya dewletê dike hedef.
Ji bo 687 endamên HDP’ê jî qedexeya kirina kar û barên siyasetê tê xwestin.
Niha li Dadgeha Makezagonê pêvajoya girtina HDP’ê dimeşe.
Dadgeha Makezagonê wê ewilî îdianameya Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind lêbikole.