PLAY da ku guh bide radyoyê
Serokê Amerîkayê Joe Bîden diyar kir ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Putîn “kujer” e û ji ber ku midaxeleyî hilbijartina Amerîkayê kiriye, “wê bedelê bide.”
Bîden dema ku eyaleta Pennsylvaniayê ziyaret kir, mulaqat da George Stephanopoulosê pêşkêşvanê ABC Newsê.
Bîden pirsên li ser midaxelekirina hilbijartina Amerîkayê ya Rûsyayê bersivandin û got ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn “kujer” e û ji ber ku midaxeleyî hilbijartina Amerîkayê kiriye, “wê bedelê bide.”
Bîden diyar kir ku wî di dawiya meha rêbendanê da bi Putîn ra ser bi têlefonê axivî û jê ra got ku heke delîlên îdiayê werin tesbîtkirin, ew ê bersivê bidin vê yekê û hişyarî da Putîn.
Bîden daxuyand ku wî bi Putîn ra dûr û dirêj xeberda û wiha dewam kir, “Ez te nas dikim û tu jî min nas dikî. Heke ez tesbît bikim ku ev qewimiye, wê demê amadehiya xwe bike.”
Li ser pirsa Stephanopoulos ya “Yanî hûn Vladîmîr Putîn nas dikin. Li gor we ew kujerek e?” Bîden got, “Erê” û wiha dewam kir, “Wê bedelê bide, tu yê bibînî.”