PLAY da ku guh bide radyoyê

6 milîsên Hefter ên li Watiyeya Baregeha Hewayê teslîmî artêşa Libyayê bûn

6 milîsên Hefter ên li Watiyeya Baregeha Hewayê teslîmî artêşa Libyayê bûn

Like
34
0
الجمعة, 08 مايو 2020
أخبار

Hat diyarkirin ku milîsên Xelîfe Hefter ên li Watiyeya Baregeha Hewayê ya li başûrê rojavayê Trablusa paytextê Libyayê dest pê kirin teslîmî artêşa Libyayê dibin.

Di daxuyaniya Operasyona Agirê Hêrsê ya hikûmeta Libyayê da wiha hat gotin: “6 milîsên Xelîfe Hefter ên li Watiyeya Baregeha Hewayê teslîmî yekîneyên Artêşa Libyayê yên di bin fermandariya Tumgeneral Usame Cuweylî da, bûn.”

Artêşa Libyayê di çarçoveya operasyona sêşema borî biribû ser baregehê da herêm bi tevahî dorpêç kiribû.

Artêşa Libyayê di 25ê adarê ya destpêka operasyona “Bobelata Aştiyê” da qismekî baregehê hildabûn kontrola xwe.

Comments are closed.