PLAY da ku guh bide radyoyê
7 welatiyên Tirk ên ku nêzî 2 salan e li rojhilatê Lîbyayê ji ber îdiayên bêbingeh hatine desteserkirin, bi xebata hevpar a Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û Teşkîlata Îstixbaratê ya Qeterê hatin xelaskirin.
Li gor agahiyên hatin bidestxistin, ji bo xelaskirina welatiyên bi navê Îlker Saglik, Dogan Kissa, Nurettîn Çalik, Halîl Gozel, Ahmet Selvî, Hîdayet Yaprak û Abdul Samet Akçay ku piraniya wan di sektora loqinteyê da dixebitin, Wezareta Karên Derva û Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî demeke dirêj bû ku dixebitîn û serkeftî bûn.
Bi piştgiriya Teşkîlata Îstixbaratê ya Qeterê welatiyên Tirk anîn welêt.
Erdogan kesên ku keda wan di xebatan da çêbû, pîroz kir
Piştî ku welatî anîn welêt Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi wan ra bi têlefonê xeberda û ji wan ra got ku derbasî be.
Welatiyan jî seba eleqeya dewletê spasiya Serokomar Erdogan kir.
Her wiha Serokomar Erdogan spasiya kesên ku di anîna welatiyan da keda wan çêbû jî kir.