PLAY da ku guh bide radyoyê

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1223, li Meksîkayê 782, li Hindistanê jî 487 kes mirin

Ji ber Kovîd-19ê di 24 saetan da li Brezîlyayê 1223, li Meksîkayê 782, li Hindistanê jî 487 kes mirin

Like
84
0
الخميس, 09 يوليو 2020
أخبار

Di 24 saetên dawîn da ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li Brezîlyayê 1223, li Meksîkayê 782, li Hindistanê jî 487 kes mirin.

Li Brezîlyaya gelekî di bin tesîra nexweşiyê da ma di 24 saetên dawîn da 1223 kes ji ber vîrusê mirin.

Li gor daneyên Wezareta Tenduristiyê ya Brezîlyayê bi mirina 1223 kesan va hejmara miriyan derkete 67 hezar û 67an, hejmara pêketiyan jî 44 hezar û 571kes zêde bû derket milyonek û 713 hezar û 160an.

Li Sao Pauloya bajarê bazirganiyê ya ku serjimara wê 46 milyon e, 341 hezar û 365 kes bi vîrusê ketin û 16 hezar û 788 kes ji ber vîrusê mirin.

Li welêt milyonek û 20 hezar û 901 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Brezîlyaya ku serjimara wê ji 211 milyonî zêdetir e li Amerîkaya Latîn wekî “navenda şewbê” tê nirxandin.

– Meksîka

Comments are closed.