PLAY da ku guh bide radyoyê

“Kurê min çawa birine bila wisa jî bînin“

“Kurê min çawa birine bila wisa jî bînin“

Like
106
0
الأربعاء, 08 سبتمبر 2021
أخبار

Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.

Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 736emîn.

– “Kurê min çawa birine bila wisa jî bînin

Semra Kuçuka ji bo kurê xwe Halîl Îbrahîmê revandine çiyê çalakiyê dike daxuyand 7 sal e ew tu xeberê ji kurê xwe hilnade.

Kuçukê bangî kurê xwe kir ku ew vegere û wiha got: “Derkeve were. Vê êşê biqedîne. Êdî taqetê me nema ku em li ber xwe bidin. Ez li ber avahiyê HDPyê bendê me, kurê xwe dixwazim. Kurê min çawa birine bila wisa jî bînin. Min kurê xwe ji bo wan neanî vê dinyayê. Em ê vê nobedê heta dawiyê bidomînin. Heta me ewladên xwe gişkan hilnedin em ê dev ji vê nobedê bernedin.

Kuçukê got gelek dayik gihîştin ewladên xwe û hêviya wê jî heye ku ew ê jî bigîhîje kurê xwe.

– “Heta tu neyê ez ê ji vir neçim”

Lafîte Odumluya ji Orduyê hatiye jî got heta ew kurê xwe hilnede ewê ji ber avahiyê HDPyê neçe û wiha dewam kir: “HDPyê kurê min bir,ez kurê xwe ji HDPyê dixwazim.”

Odumluyê bangî kurê xwe kir ku ew teslîm bibe û wiha got: “Kurê min were. Ez benda te me. Heta tu neyê ez ê ji vir neçim.”

Comments are closed.