PLAY da ku guh bide radyoyê

7emîn Sala “Bûyerên 6-7ê Cotmehê”

7emîn Sala “Bûyerên 6-7ê Cotmehê”

Like
13
0
الثلاثاء, 05 أكتوبر 2021
أخبار

Di ser bûyerên tundiyê yên 6-7ê Cotmeha 2014an ra 7 sal derbas bûn ku li ser banga Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê bi behaneya Eynulerebê (Kobanî) alîgirên YPG/PKKya rêxistina terorê dan destpêkirin û tê da 2 polês şehîd ketin û 35 kes hatin kuştin.

Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir, di 6ê Cotmeha sala 2014an da bi banga Lijneya Rêvebiriya Navendî ya HDPyê ku bi behaneya Eynulerebê kirin va alîgirên YPG/PKKyê li 35 bajar, 96 navçe û 131 cih û warî çalakî û êrîş kirin, rê girtin, barîkat danîn, bi molotofkokteyl, fişekên hewayî, dar û keviran zirar û ziyan dan mal, milk û wesayîtên welatiyan û dewletê.

Di bûyerên tundiyê da 2 polês şehîd ketin, Yasîn Boru û 3 hevalên wî yên ku ji bona Eyda Qurbanê li Diyarbekirê goşt belav dikirin jî di nav da 35 kes hatin kuştin, 435 welatî û 326 jî polês bi tevahî 761 kes birîndar bûn.

Di bûyeran da 37 “biwesf mirov kuştin”, 29 “hewla mirov kuştinê” 3 hezar û 777 “zirar dayîna mal”, 25 “dîl girtin”, 395 “dizî”, 15 “talan kirin”, 308 “destnadayîna mal û dikanê binpêkirin” 13 “alayên Tirk şewitandin” û 7 jî “muxalefeta li dijî Qanûna Parastina Ataturk” sûc hatin kirin.

Ji ber êrîşên alîgirên rêxistina terorê gelek mal, dikan, dibistan, qursên Qur’anê, navendên çandê, muze û wargeh xisar dîtin.

Dewletê qederê 50 milyon lire da esnafan û maliyeta bûyeran ya ji bona dewletê ji 300 milyon lireyî zêdetir e.

Bûyerên tundiyê zirareke mezin da hizûra herêmên Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê û ji xeynî mal û can zirareke mezin jî gihîşt turîzm û aboriya herêmê.

– Yasîn Boru û hevalên wî bi hovîtî hatin kuştin

Yasîn Boru û 3 hevalên wî di Eyda Qurbanê da ji bo goştê qurbanê li hewcedaran belav bikin dixebitîn û rastî êrîşa komekê ya bi kevir, çek, dar û kêran hatin û xwe sipartin avahiyekê û li qatê sisêyan hatin lînçkirin.

Bi hinceta endamên DEAşê ne ciwan ji avahiyê hatin avêtin, êşkence li cesedê wan kirin, bi wesayîtê ji ser cesedê Boruyê 16 salî bû ra derbas bûn û serê Ahmet Dadak bi keviran pelçiqandin.

Zarokên ku cesedê wan hatin şewitandin û xistin halê neyên naskirin bi zorê hatin teşhîskirin. Yusuf Erê di bûyerê da bextê wî hebû birîndar xilas bû û ji ber ku hevalên wî bi hovîtî hatin kuştin derûniya wî xirab bû jî li nexweşxaneyeke li dervayê Diyarbekirê hat dermankirin.

– 201 dibistanan xesar hilda

Li Tunceliyê 2, li Mêrsînê 3, li Diyarbekirê 34, li Şirnexê 13, li Batmanê 4, li Şanliurfayê 19, li Bidlîsê 8, li Bursayê 2, li Mêrdînê 36, li Mûşê 6, li Stenbolê 11, li Bîngolê 2, li Hekariyê 28, li Sêrtê 13, li Wanê 18 dibistanan û li Gazîentab û Adiyemê her yekî dibistanek di êrîşên alîgirên rêxistina terorê da xesar hildan.

Dibistan û avahiyên qamûyê yên ku xerab bûn, bi derfetên dewletê hatin temîrkirin û di demeke kin da seba perwerde û hîndekariyê vebûn.

– Agir berdan muzeyê

Li Diyarbekirê di xwepêşandinên bêdestûr da terorîstên PKKyî Muzeya Ziya Gokalpê xerab kir û bi protokola ku di navbera Wezareta Çand û Turîzmê û Yekîtiya Acenteyên Seyahetê ya Tirkiyeyê (TURSAB) da hat îmzekirin va hat restorekirin.

Di sponsoriya TURSABê da bi milyonek û 814 hezar lire budçe va avahiya muzeyê di sala 2016 da hat restorekirin û seba teşhîrê bi teknolojiya dawîn va hat techîzatkirin û teslîmî Wezaretê kirin.

Wezareta Çand û Turîzmê seba teşhîr û tanzîmê milyonek û 490 hezar lire li muzeyê xerc kir, piştî xebatan muza cardin seba ziyaretê hat vekirin.

– Wê demê 386 kes hatin tewqûfkirin

Ji bo bûyeran der heqê ji 1600î zêdetir gumanbarî da lêpirsîn dan destpêkirin. Ji 894 gumanbarên ku hatin binçavkirin, 386 kes hatin tewqûfkirin, 244 kes bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

– Diyarbekir

Di êrîşên ku li Diyarbekirê hatin kirin da Yasîn Boru û hevalên wî jî tê da 12 kes hatin kuştin, 65 welatî û 14 wezîfedarên ewlehiyê birîndar bûn.

Li bajêr 144 avahiyên taybet û kargeh, 16 avahiyên qamûyê, 6 bayiyên nêçîrê, 17 bankeyên taybet û qamûyê, 4 dibistan, muzeyek, 88 wesayîtên taybet, 40 wesayîtên qamûyê, avahiya partiyekê û 36 kamerayên ewlehiya bajêr zirar dîtin.

Li Diyarbekirê Walîtiyê alîkariya pere da 73 esnafên ku di bûyeran da zirar dîtin.

– Gazîanteb

Di bûyerên Gazîantebê da 5 kes hatin kuştin, 4 jê polês 42 kes birîndar bûn.

Li gor tesbîtê di bûyeran da navenda polêsan jî tê da 12 avahiyên qamûyê, 5 dibistan, 5 mal, 44 kargeh, 77 wesayîtan nêzî milyonek lireyî zirar hilda.

– Sêrt

Li Sêrtê 5 sivîl hatin kuştin, 17 sivîl û 20 mensûbên ewlehiyê birîndar bûn, ji 69 kesên ku hatin binçavkirin, 16 kes hatin tewqûfkirin.

Di êrîşan da 12 dibistanên qamûyê, pirtûkxane, navendên perwerdeya gel 4 navendên tenduristiyê, îstgeheke tenduristiyê ya acil û wargeheke xwendekarên kur hatin şewitandin.

– Wan

Li Wanê 170 wesayîtan, 20 dibsitanan, 5 mueseseyên dînî, 40 avahiyên qamûyê û 523 kargehan xesareke mezin dît.

Avahiyên qamûyê yên ku xesar dîtin, dibistan, avahiyên komeleyan, kursên Qur’anê hatin nûkirin û seba xizmetê vebûn.

– Batman

Di êrîşên li Batmanê da kesek hat kuştin, 56 kes birîndar bûn. Di bûyeran da 105 kes hatin binçavkirin ji wan jî 32 kes hatin girtin. Di bûyeran da 6 avahiyên kamûyê, 15 banqe û ATMyê wan, 2 avahiyên partiyên siyasî, 62 wesayît, 91 dikan û 5 malan zirar dît.

– Mêrdîn

Li Mêrdînê di bûyeran da 6 kes hatin kuştin, 29 sivîl û 22 polês jî birîndar bûn. Di bûyeran da 14 trîmbêl, 69 wesayîtên polêsan, avahiyên qaymeqamtiyê, 36 mekteb, 6 partiyên siyasî û 69 avahiyan zirar dît. Li ser bûyeran 311 kes hatin binçavkirin, paşê 108ê wan hatin girtin.

– Şirnex

Li Cizîra navçeya Şirnexê ji ber bûyeran 30 kes birîndar bûn. Li navçeyê 13 mekteb û 2 wargehên xwendekaran jî zirar dît. Mekteb û wargeha xwendekaran paşê ji hêla Walîtiyê va hat temîrkirin û careke din dest bi fealiyetê kirin.

– Dewletê birînên 6-7ê Cotmehê pêçan

Serokwezîriya wê demê ji bajaran ra pere terxan kir û şand, bi wan pereyan va zirar û ziyana welatî û esnafan hat dayîn. Cihên ku di bûyeran da xerab bûn, bi derfetên dewletê hatin temîrkirin.

Ji esnafên bajarên ku bûyer lê derketin ra nêzî 50 milyon lireyî pere hat şandin.

– Doza der heqê kuştina Yasîn Boru û hevalên wî da

Di çarçoveya çalakiyên bêdestûr ên li Diyarbekirê da ji ber kuştina Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gukgûz doz hatibû vekirin û ji 41 kesên di çarçoveya doza da dihatin darizandin jê 16 kes ji ber sûcê “bi hîsên hovî an bi eziyetê kuştin” bi cezayê hepsa miebbedê ku 5 caran hatiye girankirin hatin cezakirin. Herwiha du kes jî cezayê hepsê yê muebbetê yê hatiye girankirin xwarin. 6 zarokên ku di dîroka sûc da emrê wan ji 18 salan kêmtir bû jî her yekî wan 110 sal cezayê hebsê li wan hatin dayîn.

Doza der heqê kuştina Yasîn Boru ji ber ku Boru di dema hat kuştin da ji 18 saliyê biçûktir bû ji nû va hat dîtin.

Daîreya Cezayê ya 16mîn a Dadgeha Temyîzê di daraznameya xwe da bal kişand ser rewşa Yasîn Boru û bibîr xist ku dema ew hatiye kuştin ji 18 saliyê biçûktir bû û cezayê li kiryaran ku ji ber “bi hovane kuştin”ê kêm dît û biryar da ku ev yek li hemberî zarokek hatiye kirin.

Di doza ji nû va hat kirin da li 15 bersûcan ji ber sûcê “Bi hovane û îşkenceyê zarok kuştin”ê cazayeê heta bi hetayê careke girankirî û ji bo 3 kesên di dema bûyerê da ji 18 saliyê biçûktirbûn jî 23 sal caze hat birîn. Kesek jî serbest ma.

– Biryara girtina Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der barê bûyerên Kobanê da di 20ê Îlona 2019an da biryar hat dayîn ku Hevserokên HDPyê Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag bên girtin

– Di lêpirsîna Kobanê da der barê 17 kesan da biryara girtinê hat dayîn

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya der barê bûyerên Kobanê da parlamenterên HDPyê yên berê jî di nav da der barê 82 şikbaran da di 25ê Îlona 2020î da biryara binçavkirinê hat dayîn.

Li 7 bajaran operasyon hat kirin û 20 şikbar hatin girtin. Piştî mehkemeyê ji şikbaran Şaredarê Qersê yê HDPyî Ayhan Bîlgen û Nazmî Gur, Ayla Akat Ata, Emîne Ayna, Emîne Beyza Ustun, Bîrcan Yorulmaz, Bulent Barmaksiz, Can Memîş, Dîlek Yagli, Gunay Kubîlay, Zekî Çelîk, Alî Urkut, Pervîn Oduncu, Alp Altinors, Berfîn Ozgu Kose, Cîhan Erdal û Îsmaîl Şengun hatin girtin, 3 şikbar jî bi şerta kontrola adlî hatin berdan.

– Darizandina 108 şikbaran dewam dike

Der barê bûyerên ji ber hinceta Kobanê di navbera 6-8ê Cotmeha 2014an da çêbûn da jê 75 kes fîrarî 108 şikbarên di nav da Selahattîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag jî hene tên darizandin ku darizandina wan li Mehkemeya Cezaya Giran a 22yemîn a Enqereyê dewam dike.

Di îdianameyê da ji ber hemû çalakiyên li tevahiya welêt çêbûn şikar wek berpirsyar tên nîşandan û ji bo hemûyan cezayê hepsê ya heta hetayî ya ku 38 caran hatiye girankirin ji bo wan tê xwestin.

Di darizandinê da der barê Ayhan Bîlgen, Berfîn Ozgu Kose, Can Memîş û Cîhan Erdal da li gor hikmên kontrola adlî biryara berdanê hatibû dayîn.

Comments are closed.