PLAY da ku guh bide radyoyê
Bennett roportaj da Saziya Weşanê ya Qamûyê ya Îsraîlê (KAN) û li ser rojevê axivî.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett diyar kir ku ew li dijî dewleta Filistînê ya serbixwe ye û wê bi Serokê Dewletê Mehmûd Ebas ra jî hevdîtinê neke.
Bennett roportaj da Saziya Weşanê ya Qamûyê ya Îsraîlê (KAN) û li ser rojevê axivî.
Bennett îdia kir ku avabûna dewleta Filistînê ya serbixwe wê “bibe xetayeke berbat” û wiha got, “Ez li dijî dewleta Filistînê me. Ez ê vê yekê nekim.”
Naftali Bennett rêvebiriya Filistînê îdia dike ku Îsraîlê sûcê şer kiriye û ji ber vê jî Îsraîl daye Mehkemeya Ceza ya Navnetweyî. Bennett daxuyand ku ew ê hem seba vê yekê hem jî ji bo girtiyên Filistînî û pereyê ku seba eqrebayên kesên hatine kuştin tê dayîn bi Serokê Dewletê Ebas ra hevdîtinê neke.
Bennett di roportaja xwe ya ku da rojnameya Yediot Aharonotê da jî îdia kir ku temamiya Qudsê “paytextê Îsraîlê” ye, her çend rêvebiriya Amerîkayê plan dike ku seba xizmeta Filistîniyan konsolosxaneya li Qudsê cardin veke jî, ew li dijî vê planê ye.
Filistînî dixwazin li gor sînorên 1967an dewleteke serbixwe ya Filistînê ava bikin û Qudsa Rojhilatê jî bibe paytextê wê. Rêvebiriya Til Avîvê jî îdia dike ku “Temamiya Qudsê paytextê Îsraîlê ye” û li dijî vê daxwazê ye.