PLAY da ku guh bide radyoyê

Berdevkê Serokomariyê Kalin: “Piştgiriya me ya ji bo hikûmeta Trablusê ya meşrû wê dewam bike”

Berdevkê Serokomariyê Kalin: “Piştgiriya me ya ji bo hikûmeta Trablusê ya meşrû wê dewam bike”

Like
90
0
الأربعاء, 08 يوليو 2020
أخبار

METÎN MUTANOGLU – Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin daxuyand ewleyiya Tirkiyeyê bi ewlehiya hemû cînarên xwe û bûyerên ku li Behra Spî diqewimin ra rasterast eleqedar e, ji ber vê armanca wan ew e ku ew li herêmê îstiqrarê pêk bînin û ewlehiya Tirkiyeyê garantî bibe.

Berdevk Kalin di serî da mijara Lîbyayê û Behra Spî der barê geşedanên herêmî û navneteweyî û gaven ku Tirkiye ji bo polîtîkaya derva davêje da pirsên AAyê bersivandin.

Li ser pirsa “Tirkiye bi çi armancê li Lîbyayê ye” Kalin got par di meha çileya pêşîn da di navbera Lîbya û Tirkiyeyê da Peymana Ewlehiyê û Hevkariya Eskerî hat îmzekirin ku li gor vê peymanê wan piştgirî da hikûmeta meşrû ya Lîbyayê ya ku Neteweyên Yekbûyî (NY) jî nas dike.

Kalin got heke Serokomar Erdogan midaxele nekira pevçûnên li Lîbyayê wê zêdetir çêbibûna, gelek mirov wê bimirana û Libyayê perçe bûbûya.

Berdevk Kalin got ji ber tevgera êrîşkar a Hefter heqê hikûmeta Serrac heye ku ew xwe biparêze û di vê mijarê da hevkariya di navbera Lîbya û Tirkiyeyê da jî dewam dike.

Kalin destnîşan kir ku ew her dem dibêjin çareserî ne bi eskerî, bi rêya siyasetê dibe lê Hefter ji peymana Abu Dabiyê ya ku di Nîsana 2019an da hatibû çêkirin vir va hemû peyman, agirbest û hevdîtinên aştiyê binpê kir û ji bo êrîşeke din amadehî kirin.

Comments are closed.