PLAY da ku guh bide radyoyê

Bi Operasyona Pencik-Qertelê va 81 hedefên terorîstan hatin îmhekirin

Bi Operasyona Pencik-Qertelê va 81 hedefên terorîstan hatin îmhekirin

Like
44
0
الإثنين, 15 يونيو 2020
أخبار

Li gor daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî ya li ser hesabê Twitterê li bakurê Iraqê dijî sitargeh, şikeft û hêwirgehên terorîstan ên li Şingal, Qaracax, Qendîl, Zap, Avaşîn Basyan û Xakurkê Operasyona Pencik-Qertelê hat kirin.

Di daxuyaniya WPNyê da wiha hat gotin: “Bi Operasyona Pencik-Qertelê va 81 sitargeh, şikeft û hêwirgehên terorîstan hatin îmhekirin. Balafirên me di nav ewlehiyê da vegeriyan baregehên xwe. Di vê herekatê da muhîmatên xwemalî û neteweyî hatin bikaranîn û derbeyeke giran li rêxistina terorê ya li herêmê hat xistin. Di plankirin û îcrakirina vê herekatê da ji bo parastina ewlehiya can û malê gelê sivîl û hawirdorê hesasiyeteke mezin hat nîşandan. Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê wek berê îro jî ji bo beka û ewlehiya welat û gelê me dijî terorê têdikoşe. Heta terorîstê herî dawîn bê berterefkirin ev têkoşîn wê bi biryar û cehd dewam bike.”

Comments are closed.