PLAY da ku guh bide radyoyê
Dayikên Diyarbekirê ji bo bigihêjin zarokên xwe yên ku revandine serê çiyê, çalakiya rûniştinê ya li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê bi biryardarî didomînin.
Malbatên ku ji revandin û birina serê çiyê ya zarokên xwe HDPyê berpirsiyar dibînin, ji 3yê îlona 2019an da çalakiya rûniştinê da destpêkirin û çalakiya wan di roja 750yem da didome.
Malbat bi wêneyên ewladên xwe va li pêşiya avahiya bajêr a HDPyê bendewar in. Li ser navê malbatan Suleyman Aydin daxuyanî da û diyar kir ku ew ê heya dawiyê têkoşîna ewladan bidomînin.
Aydin got, “HDP ji gelê Kurd direve. Di encama têkoşîna mezin a dewletê 32 ewlad ji destê rêxistina terorê hatin xelaskirin.” û ew wekî dê û bav hêvîdar in.
Aydin wiha dewam kir:
“Zarokên me di şikeftan da dihêlin ku bimirin. Bira êdî her kes rûyê rastîn ê HDPyê bibîne. HDPyê zarokên dê û bavan çawa şandibe serê çiyê, bira wisa jî bîne. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”