PLAY da ku guh bide radyoyê

“Çanakkale destaneke binavûdeng e ku bav û kalên me yên leheng nivîsîne”

“Çanakkale destaneke binavûdeng e ku bav û kalên me yên leheng nivîsîne”

Like
152
0
الخميس, 18 مارس 2021
أخبار

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: “Çanakkale destaneke binavûdeng e ku bav û kalên me yên leheng dijî kesên neyartiya hebûna Tirkan ya li Anadoluyê û nirxên me yên pîroz dikin, nivîsîne.”

Erdogan ji ber 106emîn Salvegera Roja Bîranîna Şehîdên 18ê Adarê û Serkeftina Behrê ya Çanakkaleyê peyamek weşand.

“Çanakkale destaneke binavûdeng e”

Ji bo şehîdên Serkeftina Çanakkaleyê Erdogan got rehma Xwedê li wan be, ew wan bi rehmetê bi bîr tînin û wiha dewam kir: “Çanakkale destaneke binavûdeng e ku bav û kalên me yên leheng dijî kesên neyartiya hebûna Tirkan ya li Anadoluyê û nirxên me yên pîroz dikin, nivîsîne. Rûhê Çanakkaleyê nirxeke pîroz e ku gelê me ji ecdadê xwe hildaye û ewê vê teslîmî nifşên dahatûyê bike. Dîrok bi gelek dersên bi îbret va tije ye ku yên hewl dan welatê me dagir bikin çawa têk çûn.”

“Em ê rê nedin lîstikên ku dixwazin li ser welatê me bilîzin”

Erdogan behsa hewldana darbeya 15ê Tîrmehê kir û got wek rûhê Çanakkaleyê û Şerê Xelasbûnê di 15ê Tîrmehê da jî gel destûrê nedaye dagirkeriyê û wiha pê da çû: “Em ê rê nedin lîstikên ku dixwazin li ser welatê me bilîzin û hemû bi hev ra ji bona parastina pêşeroja gelê xwe têbikoşin. Gelê Tirk ku di her şert û mercên dijwar da neyarên xwe têk biriye, ji bona parastina yekîtiya xwe amade ye ku bi heman têgihiştinê gava hewce bike canê xwe feda bike. Bi van hest û fikran va ez salvegera Serkeftina Çanakkaleyê pîroz dikim. Di Roja Şehîdên 18ê Adarê da ez hemû şehîdên me yên ku van axan ji me ra kirine welat, di serî da Xazî Mustafa Kemal Ataturk hemû lehengên me bi rehmet û soasiyê bi bîr tînim. Rûhê wan şad be, cihên wan bibe bihûşt.”

Comments are closed.