PLAY da ku guh bide radyoyê

“Çawa biha bilind dikirin niha jî bira cardin kêm bikin”

“Çawa biha bilind dikirin niha jî bira cardin kêm bikin”

Like
122
0
الجمعة, 24 ديسمبر 2021
أخبار

Serok Recep Tayyîp Erdogan, “Bi taybetî em li bendê ne ku dema dolar zêde dibû çawa biha bilind dikirin niha jî bi heman awayî bira cardin bihaya kêm bikin.”

Erdogan li Ofîsa Xebatê ya Dolmabahçeyê ya Serokomariyê bi ekonomîst û akademisyenan ra hat bal hev.

Serok Erdogan got ku vê gavê ne deynê me ji IMFyê ra heye û ne jî pêwendiyên me bi IMFyê ra hene.

Erdogan der barê rezervên dowîzê yên Bankeya Navendî da got ku îro ji 115 milyar dolarî zêdetir e.

Serok Erdogan destnîşan kir kesên dîtin ku bi tu awayî nikarin bi Tirkiyeyê çok bidin erdê niha jî hemû derfet û hêza xwe dane ser qada aboriyê.

Erdogan der barê bihayên zêde da wiha axivî, “Bi taybetî em li bendê ne ku dema dolar zêde dibû çawa biha bilind dikirin niha jî bi heman awayî bira cardin bihaya kêm bikin. Kesên rojê çend caran lîsteyên bihaya amade dikirin û etîket diguherandin, bira li qisûrê mêze nekin divê baş bizanibin ku ez ê li ser navê gel lê bipirsim.”

Serok Erdogan diyar kir gava di demeke kurt da hevsenga di warê fînansê da bidin rûniştandin ber bi havînê wê welatê wan derbasî rewşeke nû ya aboriyê bibe.

Comments are closed.