PLAY da ku guh bide radyoyê

Çînê ji ber pêşnûmaya Uyxuran Amerîka tehdît kir

Çînê ji ber pêşnûmaya Uyxuran Amerîka tehdît kir

Like
55
0
الخميس, 18 يونيو 2020
أخبار

Rêveberiya Pekînê Amerîka tehdît kir û got heke bi pêşnûmaya li ser Uyxuran a hat tesdîqkirin va li dijî Çînê mueyîdeyan pêk bîne ew ê li ber encaman jî histûyê xwe xar bike.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva da bertek nîşanî pêşnûmaya Donald Trumpê Serokê Amerîkayê îmze kir ya dibêje ku ji ber polîtîkayên tundiyê yên li dijî Herêma Xweser a Ugxur Sîncanê mueyîdeyan bidin ser rayedarên Çînê.

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku Sîncan mijara navxweyî ya Çînê ye ew ê destûrê nedin ku tu kes tiliya xwe te bike û wiha hat gotin: “Em carekî dîsa bangî Amerîkayê dikin ku bira şaşiyên xwe rast bike û dev ji pêşnûmaya midaxeleyî mijarên navxweyî yên Çînê dike berde. Ku wisa nebe Çînê li dijî vê bi biryardarî li ber xwe bide û Amerîka jî berpirsyare ku li ber encaman histûyê xwe xar bike.”

Wekî mayîn di daxuyaniyê da hat gotin ku “bi nêta xirab êrîrşî” polîtîkayên Çînê yên li ser Sîncanê dikin, midaxeleyî karên navxweyî yên Çînê dikin, hiqûqa navneteweyî û têkiliyên navneteweyî tên binpêkirin.

Trump do îlan kir ku pêşnûmaya binpêkirina mafên mirovan ên dijî Mislimanên li Herêma Xweser a Uyxur Sîncanê şermezar dike û pêşniyaz dike ku mueyîdeyan bidin ser rayedarên Çînê îme kir.

Comments are closed.