PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Sivereka navçeya Şanlıurfayê 11 pez ji ber ku têlên ceyranê yên ji dîregê qetiyane geriyan telef bûn.
Yilmaz Kayisiyê li Taxa Hayriyeyê dijî dema pezên xwe ji çolê dianî malê ji eraziya ku têlên ceyranê yên qetiyane derbas bû.
Heywan dema derbas dibûn ceyranê geriyan û jê 11 pez telef bûn.
Kayisi caw da polêsan û rayedarên şirketa ceyranê belav dike.
Ekîb hatin eraziyê û ceyran birin, paşê jî lêkolîn kirin.
Kayisi ji rojnamevanan ra got dema wî xwestiye heywanên xwe xelas bike hindik maye ceyran wî jî bikşîne û ew dixwaze zirara wî bê dayîn.