PLAY da ku guh bide radyoyê

Dayikên Diyarbekirê bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin

Dayikên Diyarbekirê bangî zarokên xwe kirin ku teslîm bibin

Like
155
0
الأحد, 28 نوفمبر 2021
أخبار

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 818emîn da dewam dike.
Dayikên Diyarbekirê ku seba bigihêjin zarokên xwe yên revandine serê çiyê, li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakiya rûniştinê dikin û bangî zarokên xwe kirin ku teslîmî hêzên ewlehiyê bibin.

Malbat HDPyê wekî berpirs dibînin ku zarokên wan revandine serê çiyê û ji bo vê yekê jî di 3yê îlona 2019an da nobeta ewladan da destpêkirin û nobeta wan di roja 818emîn da dewam dike.

Esmer Kaman ji bo Abdulkadîrê kurê xwe yê ku 7 sal berê di 19 saliya wî da ji Îzmirê hat xapandin û birin serê çiyê, çalakiya rûniştinê dike. Kamana ku ji Tekirdagê hat, got ku heta ew kurê xwe hilnede, wê ji pêşiya avahiya bajêr a HDPyê ranebe.

Kamanê diyar kir ku wê 7 sal e kurê xwe nedîtiye û tu xeber jê nestandiye û ew hesreta kurê xwe ye. Kamanê wiha dewam kir, “Kadîr kurê min, ez di vê şilî, herî û sermayê da li vê derê me, li benda te me. Ez ji te lava dikim vegere. Cî û warê te li vê derê ye. Ez, bav û birayê te em li benda te ne. Ez ê li vê derê benda te bisekinim.”

Esmer Koça ku seba Zubeydeya keça xwe çalakiyê dike jî got ku ez tenê dixwazim ku bigihêjim keça xwe.

Koçê daxuyand ku 8 sal e wê tu xeber ji keça xwe hilnedaye û wiha dewam kir, “Ez nizanim bê ka keça min dijî yan na.”

Koçê bangî keça xwe kir û wiha got, “Keça min were, teslîm bibe. Ew der cihê te nîne. Cihê te li cem min e.”

Comments are closed.