PLAY da ku guh bide radyoyê
Dayikên Diyarbekirê yên ku zarokên wan revandine serê çiyê û li ber avahiya serokatiya bajêr a HDPyê di nobetê da ne dixwazin di sala nû da bigihîjin ewladên xwe.
Hacîre Akarê ji bo Mehmet Akarê kurê xwe îdia kiribû ku HDPyiyan ew revandiye serê çiyê û li ser vê jî di 22yê Tebaxa 2019an da li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê ya Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dabû destpêkirin. Ji bo kurê xwe neke qurbana terorê Hacîre Akarê têkoşîn da û di encamê da di 24ê Tebaxa 2019an da gihîşt ewladê xwe.
Hewla Hacîre Akarê ji bo malbatên din yên ku zarokên wan revandine serê çiyê bû mînak û wan jî bi hêviyekê dest bi heman tevgerê kirin. Ji dayikên ku ji Akarê mînak hildan Fevziye Çetînkaya, Ayşegul Bîçer û Remziye Akkoyunê di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya Serokatiya Bajêr ya HDPyê ya Diyarbekirê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Heta niha 251 malbat bi heman armanc û hêviyê tevlî çalakiya nobeta ewladan bûn.
Malbatên beşdarî nobetê bûne digel berf û baranê di havîn û zivistanê da jî çalakiya xwe domandin. Bi saya çalakiyê heta niha 33 malbat gihîştin ewladên xwe.
Malbat ji bo ku ewladên xwe ji nava pencikên rêxistina terorê xelas bikin çalakiya xwe bi biryardarî didomînin û di dest wan da wêneyên zarokên wan hêvî dikin ku di sala nû da bigihîjin ewladên xwe.
– “Kurê min were û îsal li cem me be”
Fadîme Aksuya ku ji Kocaeliyê ji bo Eren Yalçinê kurê xwe yê 7 sal berê hêj 17 salî bû revandin serê çiyê beşdarî çalakiyê bû daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku HDP û PKK guh nadin wan.
Aksuyê destnîşan kir ku ew dixwaze di sala nû da bigihîje ewladê xwe û wiha peyivî: “Di sala nû da hêviya me ew e ku em bigihîjin ewladên xwe. Heke em hemû dê û bavên li vê derê bigihîjin ewladên xwe wê ew roj ji bo me bibe roja herî xweş. Kurê min were û êdî rojên xwe li bal me derbas bike. Êdî taqeta min nemaye û heta ku hemû dê û bav negihîjin ewladên xwe em ji vê derê naçin.”
– “Ez dixwazim di sala 2022an da bila Fadîmeya min li cem min be”
Hatîce Levent a ku ji Kutahyayê ji bo Fadîmeya qîza xwe ya 6 sal berê hê 18 salî bû bi xapandin revandine serê çiyê hatiye û beşdarî çalakiyê bûye destnîşan kir ku ew heta qîza xwe nebe dev ji çalakiyê bernade.
Leventê destnîşan kir ku ew bi salan e ji qîza xwe dûr e û gelek bêriya wê kiriye û wiha got, “Em dê û bavên ku li vê derê ne dikin qîrîn û hewar. Ewladên me cihê we cem me ye. 70 sal jî di ser ra derbas bibe em dev ji we bernadin. Ez dixwazim di sala 2022an da Fadîmeya min li cem min be. Înşellah ewladên dê û bavên ku li vê derê ne jî vegerin û bên.”
– “Înşellah ez û yên li vê derê bigihîjin ewladên xwe”
Seyfetullah Taşkinê ji bo Macîtê kurê xwe yê 7 sal berê hê 20 salî bû li Enqereyê birine serê çiyê diyar kir ku 7 sal e ji kurê xwe tu xeber hilnedaye û xeberdana xwe wiha domand, “Kurê min dema di çapxaneyê da dixebitî ji alî HDPyiyan va hat xapandin. Înşellah ez û yên li vê derê bigihîjin ewladên xwe. 2022 ji bo me bibe sala mizgîniyê.”
– “Kurê min were û em bi hev ra sala nû pîroz bikin”
Ekrem Gokkuşê ji Guroymaka navçeya Bidlîsê ji bo Okanê kurê xwe yê 7 sal berê hê 12 salî bû revandine serê çiyê tevlî çalakiyê bûye got ku ew dixwazin di sala nû da bigihîjin ewladên xwe û axaftina xwe wiha domand, “7 sal e me tu xeber jê hilnedaye. Gelo ew sax e yan mirî ye em nizanin. Kurê min were û teslîmî hêzên ewlehiyê bibe û em sala xwe ya nû bi hev ra pîroz bikin.”