PLAY da ku guh bide radyoyê

“Destûreke nû di 2023yan da ji bona gelê me wê diyariya herî xweşik be”

“Destûreke nû di 2023yan da ji bona gelê me wê diyariya herî xweşik be”

Like
160
0
الجمعة, 01 أكتوبر 2021
أخبار

Serok Erdogan ji bona vekirina sala nû ya qanûn danînê li Meclisê ye.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, “Heya mimkûn be bi lihevkirina temamiya meclisa me çêkirina destûreke nû di 2023yan da wê diyariya herî xweşik be ku em bidin gelê xwe.”

Erdogan bi minasebeta Sala Qanûn Danînê ya 5emîn ya Heyama 27emîn ya Meclisê li Lijneya Giştî ya Meclisê xitabî parlamanteran kir.

Serokomar Erdogan diyar kir heya mimkûn be bi lihevkirina temamiya meclisê çêkirina destûreke nû di 2023yan da wê diyariya herî xweşik be ku bidin gelê xwe û wiha got, “Ez ji dil û can bawer dikim ku mîna sedsala berê di şikildayîna sedsala were da jî wê roleke bêhempa ya meclisa gel çêbe.”

Erdogan diyar kir ji bona tu kesî Tirkiyeyeke din û welat, dewlet û pêşerojeke din tuneye û got ku divê em ji bîr nekin em bi perçebûnê nikarin mezin bibin û hêzdar bibin.

Serokomarê Erdogan der barê nîqaşên li ser “pirsgirêka Kurdan” da wiha axivî, “Meseleya jê ra dibêjin ‘pirsgirêka Kurdan’ ku tevî rêxistinên terorê hemû derdor îstismar dikin, me ji maf û azadiyan bigire heya pêşketinê ji her hêlê va çareser kiriye.”

Erdogan destnîşan kir rezervên Bankeya Navendî ku hin kes her gav dibêjin li ku derê ye gihîştiye 122 milyar dolarî û wiha peyivî, “Gava em başî û kêmasiyan analîz dikin başiyên me ji kêmasiyên me zehf zêde ne. Divê ev bê qebûlkirin û heqê me bê teslîmkirin. Em gelek kêfxweş in ku di heyameke qeyranê ya niha da em feydeyên veberhênanên di warê binesaziya tenduristiyê û çavkaniyên însanî da dibînin.”

Serokomar Erdogan got ku biryara me ya ku em Peymana Avûhewayê ya Parîsê pêşkêşî Meclisê bikin mizgîna ewil ya Şoreşa Pêşketina Hêşînahiyê ye ku me daye destpêkirin.

Comments are closed.