PLAY da ku guh bide radyoyê

“Di pêwendiyên Tirkiye û Afrîkayê da me pêngaveke girîng li dû xwe hişt”

“Di pêwendiyên Tirkiye û Afrîkayê da me pêngaveke girîng li dû xwe hişt”

Like
139
0
الأحد, 19 ديسمبر 2021
أخبار

Erdogan diyar kir em ê fîrmayên xwe yên ku bi parzemînê (Afrîka) ra dixebitin di mijara xwemalîbûnê da hê teşwîq bikin.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, “Bi vê civînê bawer im di pêwendiyên Tirkiye û Afrîkayê da me pêngaveke girîng li dû xwe hiştiye.”

Erdogan di encama Civîna Şirîkatiyê ya Tirkiye-Afrîkayê ya 3yemîn da bi Serokomarê Komara Demokratîk ya Kongoyê û Serokê Heyamê yê Yekîtiya Afrîkayê Felîx Tshîsekedî û Serokê Komîsyona Yekîtiya Afrîkayê Musa Fakî Mahamat ra civîna çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Serokomar Erdogan got bi danezan û plana xebatê ya ku di civînê da hat qebûlkirin me li ser nexşerêyeke ku wê pêwendiyên me xurt bike li hev kir û wiha pê da çû, “Bi vê civînê bawer im di pêwendiyên Tirkiye û Afrîkayê da me pêngaveke girîng li dû xwe hiştiye.”

Erdogan diyar kir em ê fîrmayên xwe yên ku bi parzemînê (Afrîka) ra dixebitin di mijara xwemalîbûnê da hê teşwîq bikin.

Serokomar Erdogan wek mayîn got ku budçeya sala 2022yan ku duh li Meclisê hat qebûlkirin bira ji bona gel û dewleta me li ser xêrê be.

Comments are closed.