PLAY da ku guh bide radyoyê

Di projeya xaniyên ji brîketan a Komeleya Sadakataşiyê da hatin asta dawîn

Di projeya xaniyên ji brîketan a Komeleya Sadakataşiyê da hatin asta dawîn

Like
58
0
الأحد, 14 يونيو 2020
أخبار

Di daxuyaniya Komeleya Sadakataşiyê da hat diyarkirin ku di avakirina piraniya 1530 xaniyên ji bo penaberên ji Sûriyeyê çêdikirin da hatin asta dawîn. Ekîba alîkariya acil a li Îdlibê 310 xaniyên li herêmên Atme û Akrabat 2yê bi merasim vekirin.

Ji bo sitarkirina penaberên ji Îdlibê yên ji ber êrîşan revîn û hatin herêmên nêzî sînorê Tirkiyeyê komele li 9 herêmên cuda 1530 avahiyî çê dike.

Xanî 24 qeremêtre ne

Xaniyên ji brîketan tên çêkirin 24 qeremêtre ne. Wekî mayîn li gor hewcedariyên avahiyan jî 4 mizgeft û 3 xwendingeh jî tên çêkirin.

Cevdet Hasbalê Alîkarê Serokê Giştî yê Komeleya Sadakataşiyê di daxuyaniyê da dwiha got: “Ji sala 2011î ya şerê navxweyî dest pê kir vir da em alîkariya acil didin. Li Îdlibê ji ber êrîşên di mijdara sala par dest da pê kirin vir da bi hezaran penaber hatin nêzî sînorên me. Me jî alîkariya acil da penaberan. Me 85 tir amûrên alîkariya acil şand herêmê. Ji bo 1530 malbatî xaniyan çêdikin, me hetanî nika 310 xanî teslîm kirin. Ji ber vê kêfxweş in.”

Kesên dixwazin alîkariyê bidin xebatên li Îdlibê dikarin li ser malpera “www.sadakatasi.org.tr”yê têkiliyê daynin.

Comments are closed.