PLAY da ku guh bide radyoyê

“Di sedsala 21ê da wekî şexs û komên Misilman divê em wateya hikmetê jinûva tesîs bikin”

“Di sedsala 21ê da wekî şexs û komên Misilman divê em wateya hikmetê jinûva tesîs bikin”

Like
208
0
الثلاثاء, 28 ديسمبر 2021
أخبار

Îbrahîm Kalin di kongreya saziyên sîwan ên Misilmanên Amerîkayî da xîtabî beşdaran kir
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin di Kongreya MAS-ICNAyê da xîtabî beşdaran kir ku îsal ji hêla saziyên sîwan ên Misilmanên Amerîkayî bo cara 20emîn hat lidarxistin.

Kalin di axaftina xwe ya li Kongreyê da li ser têgehên wate, hikmet û azadiyê sekinî.

Kalin diyar kir, pozîtîvîzm û zanistên fenê “wateya” di gerdûnê da paşguh dikin, însan heyînek e ku li dû wteyê ye û Îslamê bi têgeha “hikmetê” va wateya di gerdûnê da raxist ber çavan.

Kalin bal kişand, bêyî wate, hikmet û armancê însan nikare potansiyela xwe derxe holê û wiha got, “Di sedsala 21ê da wekî şexs û komên Misilman divê em wateya hikmetê jinûva tesîs bikin. Lewra di jiyana me da pir daraz hene, lê kêm hikmet heye.”

Kalin di axaftina xwe da wekîltiya silavên Serokomar Recep Tayyip Erdogan jî kir.

Di rûniştina ku bi hezaran beşdar lê amade bûn da peyama Erdogan a ji bo kongreyê çepikekî xurt wergirt.

Balyozê Tirkiyeyê li Washingtonê Hasan Murat Mercan û Konsolosê Tirkiyeyê li Chicagoyê Engin Turesin jî di rûniştinê da hevaltiya Kalin kirin.

Comments are closed.