PLAY da ku guh bide radyoyê
Ji ber agirê ku li Parka Eyaleta Pîlot Mountaînê ya ser Carolînaya Bakur a eyaleta Amerîkayê bi daristanê ket qadeke bi 400 hektarî bû rijik.
Rayedaran got ku di şewata li Parka Eyaleta Pîlot Mountaînê da qadeke ji 400 hektarî mezintir zirar dît û bi tenê ji sedî 20ê şewatê hildan bin kontrolê.
Rayedarên Servîsa Daristanên Carolînaya Bakur diyar kirin ku şewata di 27ê Mijdarê da dest pê kir ji rûyê mirovan da derketiye.
Hat gotin ku ji bo eşkerekirina sedema şewatê lêpirsînê dest pê kir û parq jî girtî ye.
Rayedaran di 29ê Mijdarê da li seranserê eyaletê bi hinceta hişkayiyê li derva agir pêxistin qedexe kiribûn