PLAY da ku guh bide radyoyê

“Efxanên ku dewleteke din wan texliye bike mimkûn nîne ku demekê li welatê me bimînin”

“Efxanên ku dewleteke din wan texliye bike mimkûn nîne ku demekê li welatê me bimînin”

Like
161
0
الجمعة, 10 سبتمبر 2021
أخبار

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu, “Efxanên ku dewleteke din wan texliye bike mimkûn nîne ku demekê li welatê me bimînin. Em ji serê ser da dibêjin ku pêşniyazeke wiha were jî em ê qebûl nekin.”

Çavuşoglu û Wezîra Karên Derva ya Hollandayê Sigrîd Kaag piştî hevdîtina li Wezareta Karên Derva di daxuyaniya çapemeniyê da axivîn.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu diyar kir divê mutebeqeta koçberiyê ya bi Yekîtiya Ewropayê (YE) bê berfirehkirin ku Efxan û Sûriyeyî jî bikevin berê û wiha got, “Di meseleya Efxanan da heger hişmendiya ’em pere didin, Efxanan li welêt bigirin, bila neyên’ hebe hevkariyeke wiha çênabe.”

Çavuşoglu destnîşan kir Efxanên ku dewleteke din wan texliye bike mimkûn nîne ku demekê li welatê wan bimînin û got ku em ji serê ser da dibêjin ku pêşniyazeke wiha were jî em ê qebûl nekin.

Comments are closed.