PLAY da ku guh bide radyoyê

“Em bi biryar in ku gefên ji alî bakurê Sûriyeyê tên berteref bikin”

“Em bi biryar in ku gefên ji alî bakurê Sûriyeyê tên berteref bikin”

Like
213
0
الأحد, 17 أكتوبر 2021
أخبار

“Em bi biryar in ku gefên ji wê derê peyda dibin ya tevlî hêzên li wê derê çalak in û yan jî bi derfetên xwe berteref bikin.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku tehemula ji bo hinek cihên di mahiyeta çavkaniya êrîşên terorê yên ji Sûriyeyê li dijî Tirkiyeyê ne, nemaye û got: “Em bi biryar in ku gefên ji wê derê peyda dibin ya tevlî hêzên li wê derê çalak in û yan jî bi derfetên xwe berteref bikin.”

Serokomar Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kuliyeya Serokomariyê hat lidarxistin, civîneke çapemeniyê li dar xist.

Serokomar ragihand ku ji hêla fînansî û mirovahî va çavkaniyên rêxistina terorê yên li nav welêt anîn ber qedandinê. Serokomar Erdogan got ku êdî di nav dê û bavan da tirsa ku wê zarokên wan birevînin serê çiyê kêmtir bû û gelek kes êdî bi vegera ewladan û kêfa Dayikên Diyarbekirê va şa dibin.

Serokomar Erdogan destnîşan kir ku dema ji dil û can xebat tên kirin demildest bergîdana wan xebatan jî tên dîtin û wiha domand: “Bi tenê îsal bi rêya qanîkirinê me 153 endamên rêxistina terorê qaîl kirin ku hatin û teslîm bûn. Di 5 salên dawîn da me bi qasî 1000î ciwanên xwe xilas kirin. Li dervayî sînorên xwe ji PKKyê bigir heta DEAŞ û FETOyê em çav li endamên rêxistinên terorê nadin vekirin û ew bi ku derê va birevin jî em dev ji wan bernadin. Em êdî nahêlin ku tu kes ji ser derd û bendewariyên miletê me li vî welatî siyaseta cihêkariyê bike.”

Comments are closed.