PLAY da ku guh bide radyoyê

“Em bi hemû derfetên xwe va li cem Qazaxistanê ne”

“Em bi hemû derfetên xwe va li cem Qazaxistanê ne”

Like
134
0
الثلاثاء, 11 يناير 2022
أخبار

Çavuşoglu beşdarî Civîna Derasayî ya Wezîrên Karên Derva ya Teşkîlata Welatên Tirkan (TDT) bû.

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyand di van rojên teng da ew li gel Qazaxistanê ne ku ev deynê stûyê wan e û wiha got: “Ji vir şûn da jî çi bikeve ser me bi hemû derfetên xwe va em li cem Qazaxistanê ne û em amade ne ku hemû derfetên xwe xerc bikin.”

Çavuşoglu beşdarî Civîna Derasayî ya Wezîrên Karên Derva ya Teşkîlata Welatên Tirkan (TDT) bû.

Di civîna ku rojeva wê Qazaxistan e da Çavuşoglu got Wezîrên Karên Derva yên TDTyê ji ber geşedanên li Qazaxistanê civiyane û ev geşedan tesîrê li ser her kesî dike.

Wezîr Çavuşoglu anî ziman ew geşedanên li Qazaxistanê ji nêz va dişopînin, alema Tirkan malbateke mezin e û wek hemû ezayên bedenekê bi hev ra girêdayîne.

Çavuşoglu wiha axivî: “Ji vir şûn da jî çi bikeve ser me bi hemû derfetên xwe va em li cem Qazaxistanê ne û em amade ne ku hemû derfetên xwe xerc bikin.”

Çavuşoglu destnîşan kir ku ew ji ber vê rewşa ku êdî hatiye kontrolkirin û Elîxan Smaîlov jî wek serokwezîrê nû hatiye wezîfedarkirin kêfxweş in û ewê hevkariya xwe bidomînin.

Comments are closed.