PLAY da ku guh bide radyoyê
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca derbarê vaksîna Kovid-19ê got, “Bi giştî me zêdetir ji 18 milyon doz vaksîn hawirde kir û bikar bir. Heta îro jî bi qasî 10 milyon doz vaksîn gihiştiye Türkiyeyê.”
Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ku bi rêya vîdeokonferansê hat lidarxistin, daxuyanî dan.
Wezîr Koca anî ziman ku li Türkiyeyê heta nuha zêdetir ji 14 milyon dozê vaksînê hat lêdan.
Koca derbarê vaksîna BioNTechê got, “Gihişt 1,4 milyon dozî. Ev dê heta serê nîsanê bigihije 4,5 milyon dozî. Weke îlave ji bo 30 milyon dozî peymana bi opsiyon hat kirin.”
Wezîr Koca herwiha got, “Bi giştî me zêdetir ji 18 milyon doz vaksîn hawirde kir û bikar bir. Heta îro jî bi qasî 10 milyon doz vaksîn gihiştiye Türkiyeyê. Heta Dawiya gulanê, em çaverê ne bi giştî 100 milyon doz bigihije Türkiyeyê.”
Koca bal kişand ser vaksîna Sputnîkê û got, “Ji bo dabînkirinê hevdînan destpê kir. Piştî pêvajoya testê ku guncaw derket dê bikaranîn destpê bike.”
Koca li ser xebatên Faz 2 ya vaksîna xwemalî got, “Doza duyem a xwebexşê dawîn dê 9ê nîsanê bê kirin. Dawiya nîsanê dê derbasî asta dawîn, Faz 3yê bibin.”