PLAY da ku guh bide radyoyê
Serok Recep Tayyîp Erdogan got ku “Em bûn şahid ku hefteya borî Îsraîlê planeke nû ya dagirkerî û îlhqaê ya ku desthilatdarî û hiqûqa navneteweyî ya Filîstînê tune dihesibîne xist dewrê. Em ê qebûl nekin ku axa Filîstînê ji tu kesî ra bê pêşkêşkirin.Ez cardin dixwazim bi bîr bixim ku Qudsa Şerîf a ku qibleya me ya ewil e û ji bo sê dînan pîroz e xeta sor a hemû misilmanên li dinyayê ye.”
Serok Erdogan ji ber Eyda Remezanê ji misilmanên Amerîkayî ra peyama bidîmen şand.
Serok Erdogan Eyda Remezanê ya misilmanên Amerîkayê pîroz kir û wiha axivî: “Ez hêvî dikim ku ev rojên bimbarek ji bo misilman, hemû alema îslamê û mirovahiyê bibe mizgîniya heyameke ku dê di nav aramî, aştî û ewlehiyê da bijîn. Pêvajoya aştiyê nîşan da ku ji bo tu herêm, netewe yan jî welatên li dinyayê hiyerarşî û îmtiyaz derbasdar nînin. Encax bi hevkariya navneteweyî dikarin pirsgirêkên wekî xizanî, terorîzm, dijminahiya îslamî, nijadperestî, koç, şer, nexweşî û pevçûnên cuda derdikevinû mirovahiyê tehdîd dikin çareser bikin.”
Erdogan destnîşan kir rastiyeke berbiçav e ku nîzama gerdûnî demek dirêj e ku nikare edalet, aştî, aramî û nîzamê pêk bîne û ev nirxandin kirin:
“Em bûn şahid ku hefteya borî Îsraîlê planeke nû ya dagirkerî û îlhqaê ya ku desthilatdarî û hiqûqa navneteweyî ya Filîstînê tune dihesibîne xist dewrê. Em ê qebûl nekin ku axa Filîstînê ji tu kesî ra bê pêşkêşkirin.Ez cardin dixwazim bi bîr bixim ku Qudsa Şerîf a ku qibleya me ya ewil e û ji bo sê dînan pîroz e xeta sor a hemû misilmanên li dinyayê ye. Ji aliyê din va di heyama ku herkes li ser şewbê hûr bûye da drama gelê Sûriyeyê yê mezlûm dewam dike. Li Libyayê jî hêzên Hefterê derbekar êrîşê gelê xwe bixwe dike û welat û herêmê bêîstiqrar dike. Li gelek cihên alema sîlamê jî mixabin ku xwîn û hêstir di meha remezanê ya bimbarek da jî bênavber herikî.”