PLAY da ku guh bide radyoyê
Erdogan bi minasebeta 87. salvegera bidestxistina mafê bijartin û bernamzediyê yê jinên Tirk, vîdeo peyamek weşand.
Serokomar Recep Tayyip Erdogan got, “Hin kes li pey wê yekê ne ku navê jinan û dema firsend bikevê jî jinan bi xwe îstismar bikin. Lê em timî hewl didin û dixebitin ku jinên me bêyî ferq û cudahiyê bigihîjin maf û azadiyên xwe. nşelah di serdema pêş me da tundiya dijî jinê di serî da em ê di çareserkirina pirsgirêkên jinan da berdewam bin.”
Erdogan bi minasebeta 87. salvegera bidestxistina mafê bijartin û bernamzediyê yê jinên Tirk, vîdeo peyamek weşand.
Serokomar Erdogan da bibîrxistin ku Tirkiyeyê beriya gelek welatên Ewropayê mafê bijartin û bernamzediyê daye jinên me ku di herba îstiqlalê da destan nivîsîn û wiha dewam kir:
“Jinên me pir beriya hemcinsên xwe yên li Ewropayê ev derfet bi dest xistin ku ev yek, nêrîna miletê me ya ji bo jinan nîşan dide. Em dibînin, ev vîzyona ku ji hêla damezirînerê Komara me Xazî Mustafa Kemal hat danîn, mixabin ji hêla zihniyeta wesayetxwaz a piştî wî nehat domandin. Ji aboriyê heta perwerdeyê yên ku di her warî da îxanetî emanetê Xazî kirin, gavên ku ji bo jinan hatin avêtin jî sabote kirin. Yên ku jinên me li gorî kincên wan ji hev du cuda kirin, mafê bernamzediyê di serî da bûn asteng ku jinên me mafên xwe yên destûrî bi kar neynin. Yên ku bi zarê şêrîn xwe wekî pasevanê demokrasî û wekheviyê nîşan dan, her wekî di qada qamûyê da di siyasetê da jî tehemulî hebûna jinên me nekirin.”
Serokomar Erodgan peyama xwe wiha temam kir:
“Jinên me mafê bijartin û bernamzediyê her çiqas di sala 1934an da bi dest xistibin jî, bi AK Partiyê ra dest bi emilandina mafên xwe ya bi awayekî azad kirine. Hin kes li pey wê yekê ne ku navê jinan û dema firsend bikevê jî jinan bi xwe îstismar bikin. Lê em timî hewl didin û dixebitin ku jinên me bêyî ferq û cudahiyê bigihîjin maf û azadiyên xwe. nşelah di serdema pêş me da tundiya dijî jinê di serî da em ê di çareserkirina pirsgirêkên jinan da berdewam bin. Ez bi van hest û ramanan va 87. salvegera bidestxistina mafê bijartin û bernamzediyê yê jinên Tirk pîroz dikim û her wiha rêz û hezkirina xwe pêşkêşî wan dikim.”