PLAY da ku guh bide radyoyê
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji bo teqîna li Bêrûda paytextê Libnanê qewimî got ku ew agahiyên rêvebirên Libnanî parve dikin ji nêz va dişopînin û wiha pê da çû: “Em ê bi her tiştên xwe va li cem Libnanê bin, li cem Bêrûdê bin, li cem gelê Libnanê bin.”
Serokomar Erdogan li Mizgefta Mezin a Ayasofyayê piştî ku nimêja îniyê kir derket û daxuyanî da rojnamegeran.
Der barê teqîna ku li Bêrûda paytextê Libnanê qewimî da got: “Em agahiyên gelê Libnana bira û rêvebirên Libnanê didin me bi baldarî dişopînin. Em ê bi her tiştên xwe va li cem Libnanê bin, li cem Bêrûdê bin, li cem gelê Libnanê bin.”
Serokomar Erdogan ji bo peymana di navbera Misir û Yewnanistanê hat kirin da jî got ku li cem wan tu qedr û qîmeta wê peymanê tuneye û wiha doman: “Em peymana me bi Lîbyayê ra çêkiribû bi biryardarî didomînin, em ê bidomînin jî. Em bi wan kesên ku bi taybetî jî di qada rayeya behrê da tu heq û hiqûqa wan tuneye ra qet li ser vê meseleyê xebernadin.”