PLAY da ku guh bide radyoyê
Wezîrê Çandinî û Daristanê Bekir Pakdemirlî daxuyand ji sibê pê va ewê pereyê piştgiriya mazot û gubreyê ya ku bihayê wê 4,1 milyar lire ye bidin 2,1 milyon cotkaran.
Pakdemirlî beşdarî civîna nasandinê ya komên çalakiya herêmî ya 15 bajaran a Projeya LEADERê bû.
Pakdemirlî di civîna ku çarçoveya Bernameya Pêşketina Çolter a Yekîtiya Ewropayê (IPARD) da hat lidarxistin da axivî.
Wezîr Pakdemirlî behsa piştgiriya mazot û gubreyê ya ji bo cotkaran kir û wiha got: “Emê piştgiriya mazot û gubreyê ji sibê pê va li 81 bajaran bidin 2 milyon û 103 hezar û 884 cotkarên xwe. Bihayê piştgiriya me 4 milyar û 79 milyon û 656 hezar û 503 lire ye. Kesên hejmara nasnameya wan a TCyê ya dawîn 6 û 8 e an jî hejmara wan a dawîn a nasnameya bacê 1, 3, 5, 6, 7, 8, 9 e sibê piştî saet 18.00î wê bikaribin pereyê xwe hildin. Kesên hejmara nasnameya wan an jî nasnameya wan a bacê ya dawîn 4 e di 2yê Nîsanê da piştî saet 18.00î, yên hejmara nasnameya wan an jî nasnameya wan a bacê ya dawîn 0 û 2 ne jî di 9ê Nîsanê da piştî saet 18.00î wê bikaribin pereyên xwe hildin.”