PLAY da ku guh bide radyoyê

Eskerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 5 jê zarok 11 Filistinî binçav kirin

Eskerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 5 jê zarok 11 Filistinî binçav kirin

Like
137
0
الخميس, 09 سبتمبر 2021
أخبار

Eskerên Îsraîlê li herêmên curbecur yên Şerîaya Rojava ya dagirkirî 5 jê zarok 11 Filistinî binçav kirin.

Rojbamevan Sarî Ceradat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir eskerên Îsraîlê sibehê li Saîra beldeya bajarê El-Xelîlê 5 jê zarok 7 kes binçav kirin.

Ceradat destnîşan kir piraniya zarokên hatiner binçavkirin 14 salî ne.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî eskerên Îsraîlê li beldeya Cenatê û Cenîna bajarê Beytullahîmê 4 ciwanên Filistî binçav kirine.

Hêzên Îsraîlê li Şerîaya Rojava ya dagirkirî û Qudsa Rojhilat bi îdiayên curbecur bi ser malan da digirin û Filistiniyan binçav dikin.

Comments are closed.