PLAY da ku guh bide radyoyê

“Ewên ku rêzê nîşanî serbixweyiya welatê me nadin, nikarin li vî welatî xwe bigirin”

“Ewên ku rêzê nîşanî serbixweyiya welatê me nadin, nikarin li vî welatî xwe bigirin”

Like
172
0
الأربعاء, 27 أكتوبر 2021
أخبار

Serok Recep Tayyîp Erdogan got, “Ewên ku rêzê nîşanî  serbixweyiya welatê me û hesasiyetên gelê me nadin, bila sîfetê wan çi be jî, nikarin li vî welatî xwe bigirin.”

Serok Erdogan piştî Civîna Kabîneyê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat lidarxistin daxuyanî dan.

Erdogan got, “Bila kes li qusûrê nenere. Emê di piştevaniya dostên xwe yên Afrîkayî û ji bo avakirina siberojeke hevpar bi vê re emê di nerehetkirina mêtîngeran de berdewam bin.”

Serok Erdogan ji bo daxuyaniyên balyozan wiha axivî:

“Ev daxuyanî rasterast daraz û mafên serweriyê yên welatê me ji xwe re kirine armanc, ne ji bo kesekî yan mijarekê ne. Ewên ku nezaketa Tirkiyeyê weke lawazî dibînin û berê xwe didin tiştên çûyî, heta ku xetayên xwe qebûl nekin dê bersiva xwe ya rewa bistînin Bi daraza xwe ya serbixwe û objektîf, ewên ku bêdebî li hemberî mesûbên daraza me kirin emê weke serekê dewletê beriya herkesî bersiva wan bidin.”

Erdogan wiha pê de çû:

“Organên me yên qanûndanîn û rêveberinê tedaxulî darazê nakin. Lê komek balyoz derdikevin dikişînin sîxeyê. Em tehemula vê nakin. Ewên ku rêzê nîşanî  serbixweyiya welatê me û hesasiyetên gelê me nadin, bila sîfetê wan çi be jî, nikarin li vî welatî xwe bigirin.”

Erdogan anî ziman ku daxuyaniyên balyozan ên derbarê Osman Kavala ji bo darazê heqaret e û got, “Ev helwest li dijî hakim, dozger û parêzerên me, li dijî hemî endamên darazê heqaret e.”

Serok Erdogan destnîşan kir ku tehemula hêzdarbûna Tirkiyeyê nayê kirin û got, “Dibe ku ala curbicur, ziman curbicur, sîma curbicur, îfade curbicur bin, lê meqsed heman meqsed e,. Ew jî rêbirîna armancên Tirkiyeya mezin û hêzdar e. “Hinek hene dixwazin welatê me bizîvirînin keşûhewaya pevçûna civakî, kaosa siyasî, têkdana aborî. Ev kî ne? CHP. “Ya hunê serbixweyî, giranî û mezinbûna vî welatî qebûl bikin, yaxud hûnê berdewam di konjala kibr û nefretê de keftûleftê bikin.”

Comments are closed.