PLAY da ku guh bide radyoyê
Dayikên Diyarbekirê yên zarokên wan bi xapandin revandine serê çiyê û bi hêviya bigihêjin ewladên xwe nobeta ku li pêşiya avahiya Serokatiya Bajêr a HDPyê dane destpêkirin, didomînin.
Çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê ku bi îdiaya bi destê HDPyê zarokên wan ji bo serê çiya hatine revandin, di 3yê Îlona 2019an da li ber avahiya partiyê dabûn destpêkirin, ket roja 735emîn.
Fatma Bingolê ku ji bo kurê xwe Tuncay di çalakiyê da beşdar e, diyar kir ku ew dixwaze bigihîje kurê xwe.
Bingolê wiha xeberda, “Bira ewladên me bi paş da bişînin. Ma heta kengî dê ev zilm bidome? Ez bibiryar im, ez ê heya dawiyê çalakiya xwe bidomînim.”
Bingolê her wisa wiha bangî kurê xwe kir, “Tuncay êdî were. Kezeba min dişewite.”
Fadime Aksuya dayik ku ji Kocaeliyê hatiye û ji bo kurê xwe Eren Yalçin di çalakiyê da beşdar e jî destnîşan kir, ew heta nigihîje kurê xwe ew ê çalakiya xwe bidomîne.
Aksuyê bal kişand ku wê heta niha ji kurê xwe tu xeber hilnedaye û wiha dewam kir, “6 sal e min dengê kurê xwe nebihîstiye. Em bibiryar in. Heya kurê xwe hilnedim ez naçim. Em ê zarokên xwe ji HDP û PKKyê bistînin.”
Aksuyê bangî kurê xwe kir ku teslîmî hêzên ewlekariyê bibe.