PLAY da ku guh bide radyoyê
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan: “Em çawa li dewletên din yên dinyayê ji bona îbadetxaneyên ku xizmetê didin welatiyên wan tiştekî nabêjin heq û selahiyeta kesî tuneye ku ji îbadetxaneyên me ra tiştekî bibêjin.”
Erdogan di Merasima Xîmdanînê ya Mizgefta Barbaros Hayrettîn Paşa ya li Leventê da axivî.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da der barê teqîna li Hendeka navçeya Sakaryayê di fabrîqeya fişekên hewaî da got ku niha hatiye kontrolkirin.
Serokomar Erdogan ji bona teqîna li Sakaryayê got em hêvî dikin ku hejmara miriyan zêde nebe.
Erdogan diyar kir hêvî dike ku Mizgefta Leventê ji bona Stenbol, welatê me û hemû alema Îslamê bibe wesîleya xêrê.
Serokomar Erdogan destnîşan kir kesên ji ber îbadetxaneyan Tirkiyeyê rexne dikin pişta xwe didin heqîqetan û wiha got: “Di mijara Ayasofyayê da sûcdarkirinên dijî welatê me rasterast tê meneya êrîşên dijî heqên me yên desthilatdariyê. Em çawa li dewletên din yên dinyayê ji bona îbadetxaneyên ku xizmetê didin welatiyên wan tiştekî nabêjin heq û selahiyeta kesî tuneye ku ji îbadetxaneyên me ra tiştekî bibêjin.”