PLAY da ku guh bide radyoyê

“Heta dawiya salê em ê milyonek ciwanên xwe îstihdam bikin”

“Heta dawiya salê em ê milyonek ciwanên xwe îstihdam bikin”

Like
112
0
الإثنين, 10 يناير 2022
أخبار

Serok Erdogan: “Heta dawiya salê em ê milyonek ciwanên xwe daxilî navendên me yên perwerdeyê bikin û wan îstihdam bikin.”

Serok Erdogan: “Em ê destûrê nedin ku ji ber fikrên îdeolojîk an jî sedemên din di navbera zarokên me yên qîz û dibistanên wan da dîwar bên avakirin.”

Serok Erdogan: “Em ê destûrê nedin ku di kîjan temenê da dibe bila bibe rê li ber ewladên vî welatî bê girtin ku ew dîn, diyanet û çanda xwe hîn nebin.”

Serok Erdogan: “Bi vekirina lîseyên teknîkê yên Anadoluyê û pîşeyê yên navneteweyî va em ê him perwerdeyê bidin ewladên xwe û him jî em ê bidin ciwanên ji erdnigariya me.”

Erdogan: “Di projeyên perwerdeyê yên ku dewleta me bi rê va dibe û ji hêla madî va wek bar hildide ser xwe da divê qada taybet jî destê xwe bike bin kevir û alîkariyê bike.”

Serok Erdogan: “Armanca me ew e, hemû xwendekarên me yên ku perwerdeya pîşeyî dibînin, wexta xwendinê herî kêm qasî berkeda kêmtirîn dahatê bi dest bixin.”

Comments are closed.