PLAY da ku guh bide radyoyê

Hevdîtina ewil ya Tirkiye-Ermenistanê hat kirin

Hevdîtina ewil ya Tirkiye-Ermenistanê hat kirin

Like
127
0
الجمعة, 14 يناير 2022
أخبار

Balyoz Serdar Kiliçê Nûnerê taybet ê Ermenistanê yê Tirkiyeyê û Rubîn Rubînyanê Nûnerê Taybet yê Ermenistanê ji bo li ser normalkirina têkiliyên herdu welatan biaxivin li Moskovaya paytextê Rûsyayê hatin ba hev.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitandin, hevdîtinê saet û nîvekê dewam kir.

Der barê naveroka hevdîtina herdu nûneran da agahî nehat dayîn.

– Pêvajoya tayînkirina nûneran

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di 13ê berfanbarê da li Meclisê axivîbû û diyar kiribû ku di navbera Tirkiye û Ermenistanê da heyameke teze dest pê dike.

Balyoz Serdar Kiliç di 15ê berfanbarê da ji bo Komara Ermenistanê wekî Nûnerê Taybet ê Komara Tirkiyeyê hatibû wezîfedarkirin.

Ermenistanê jî Alîkarê Serokê Parlamentoyê Ruben Rubinyan ji bo normalbûna têkiliyên bi Tirkiyeyê ra wekî nûnerê taybet wezîfedar kiribû.

Comments are closed.