PLAY da ku guh bide radyoyê
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî ya Filistînê, hêzên Îsraîlê li herêmên cuda yên Şerîeya Rojava avêtin ser malan.
Hat ragihandin ku hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava ya ku di binê îşxalê da ye, 12 Filistînî binçav kirin.
Li gor nûçeyên çapemeniya herêmî ya Filistînê, hêzên Îsraîlê li herêmên cuda yên Şerîeya Rojava avêtin ser malan.
Di operasyonan da piraniyê wan ji bajarên Nablûs û Tulkerîmê 12 kes hatin binçavkirin.
Hêzên Îsraîlê li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilatê timî davêjin ser malan û bi îdiayên cuda cuda Filistîniyan binçav dikin.
Li Şerîeya Rojava û Qudsa Rojhilat êdî binçavkirin ji bo hêzên Îsraîlê bûye tiştekî ji rêzê û jin û zarok jî di nav da Filistîniyên tên binçavkirin bi çendîn rojan li navendên binçavkirinê tên girtin.