PLAY da ku guh bide radyoyê
Qismekî koçberên ji Iraqê yên li sînorê Belarûs-Polonyayê hewl didan derbasî Ewropayê bibin bi balafirê vegeriyan Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê.
Di daxuyaniya Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ya duh da hatibû diyarkirin ku balafira ji Belarûsê radibe ya koçber têda bûn ew ê êvarê dakeve Hewlêrê.
Di daxuyaniyê da hatibû destnîşankirin ku 20 hezar kes ji mehekê zêdetir e hewl didin ji Belarûsê derbasî Ewropayê bibin û li wê derê mehsûr mane, ji 460î zêdetir kesî xwest ku vegerin û ji bo qeyda xwe çêkirin, balafirê 430 kesî hilde û were Hewlêrê.
Ehmed Sehafê Berdevkê Wezareta Karên Derva ya Iraqê jî gotibû li 8 kampên li sînorê Belarûs-Polonyayê 571 welatiyên Iraqê hatin tesbîtkirin, ji bo kesên dixwazin bi dildarî vegerin di 18ê mijdarê da balafirê seferekê bike.
– HKI: PKK Kurdên koçî Belarûsê kirin ji bo kampanyaya rûreşkirinê bi kar tîne
Konseya Ewlekariyê ya HKIyê di daxuyaniya 14ê mijdarê da gotibû ku PKKya rêxistina terorê û qaçaxçî ji bo HKIyê rûreş nîşan bidin Kurdên koçî Belarûsê kirin bi kar tînin.
Cotyar Adilê Berdevkê Hikûmeta HKIyê duh daxuyanî dabû AAyê û wiha gotibû: “Mixabin hin kes bi zorê van kesan didin koçkirin ku herin Ewropayê û hewl didin di nav gelê Herêma Kurdistanê da tevliheviyê çêbikin.”