PLAY da ku guh bide radyoyê

Ji bo 4 bajarên rojhilat hişyariya baran û bahozê

Ji bo 4 bajarên rojhilat hişyariya baran û bahozê

Like
115
0
الجمعة, 03 ديسمبر 2021
أخبار

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji bo Wan, Hekarî, Bidlîs û Mûşê hişyariya berf û baranê hat dayîn.

Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 14emîn a Meteorolojiyê, li herêmê hewa wê pir ewrayî be, li cihên bilind jî baran û şilope wê bibare.

Li başûrê Wan, Bidlîs, Hekarî û Mûşê ber ji nîvro pê va baranê gur bike.

Li herêmê germa hewayê wê li gor şert û mercên demsalê di navbera 2 û 4 pileyan da zêde be, ji hêla başûr dem demî bayekî nerm û nîveqewî bê.

Nava rojê germa hewayê ya herî zêde li Wanê 11, li Mûş û Hekariyê 7, li Bidlîsê jî 6 pile tê texmînkirin.

Tê texmînkirin ku ji nîvro pê va tevahiya herêmê bahozeke xurt ya ku hêza wê di navbera 70-100 kîlomêtroyî da çêbibe.

Ji bo bûyerên wek hilweşîna banê avahiyan, jehrîbûna xaza sobeyê, welgerîna dar û dîregan hişyarî hat dayîn ku welatî baldar bin.

Comments are closed.