PLAY da ku guh bide radyoyê
Wezareta Navxweyî ji bo 81 walîtiyan derbarê berber, navendên bedewiyê û kuafêran ku biryar e 11ê gulanê vebin, giştname şand.
Berber, navendên bedewiyê û kuafêr dê ji saet 09.00 heta 21.00ê bikarîbin bixebitin û dê bi sîstema randevuyê xizmetê bidin.
Xebatkarên berber, navendên bedewiyê û kuafêran dê bi maskeyê bixebitin, miştirî jî li gor pêwistiyê dê maskeyê bikar bînin.
Kelûpelên serşûştin, porbirîn û boyaxkirinê, destmal, pêşmalk ên ku li berber, navendên bedewiyê û kuafêran tên bikaranîn dê yekocaro bin.
Li berberan xizmeta traşa rîhê bi jilêt û ustûrayê dê ji bo demeke berwext neyê dayin, traşa rîhê dê bi şêweya kurtkirinê bi mekîneyê bê kirin.
Li navendên bedewiyê û kuafêrên jinan dê xizmetên ciltpakî, mekyaj û mekyaja mayinde ji bo demeke berwext neyên dayin.