PLAY da ku guh bide radyoyê
Di daxuyaniya Balyozxaneya Lîbyayê ya Amerîkayê weşand da hat gotin Amerîka ji bo ku çekên li bajarê Sîrte û Cufrayê ne bên derxistin û bazirganiya neftê jî ji nû va û awayek zelal dest pê bike bi berpirsên herdu aliyan ên li Libyayê ne ra hevdîtineke berfireh kir.
Hat gotin ku heyeteke Amerîkayî ya bi pêşengiya Timgeneral Miguel Correayê Dîrektorê Biqidem ê berpirsê Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Konseya Ewlehiya Neteweyî û Balyoz Rîchard Norland bi pergala vîdeo konferansê bi Taceddîn Er-Rezaqiyê Misteşarê Ewlehiya Neteweyî ya Lîbyayê û Yûsif El Akûriyê Serokê Komîsyona Têkîliyên Derva yê Meclisa Nûneran a Tobrûkê ye ra hevdîtinên cihê cihê kirin.
Di hevdîtina bi Rezaqiyê nûnerê hikûmeta Lîbyayê ya ku ji hêla Neteweyên Yekbûyî va tê qebûlkirin û Akûriyê piştevaniya Xelîfe Xefterê pêşêngê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê Libyayê ye pêk hat da ji herdu aliyan jî hat xwestin ku bila çekên li Sîrte û Cûfrayê ne bên derxistin, li wan deran çareserî bi cih bibe û bazara neftê ya Lîbyayê bi hemû zelaliya xwe ji nû va dest pê bike û ji bo pêk hatina van meseleyan li ser gavên hewce dikin sekinîn.