PLAY da ku guh bide radyoyê
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: “Ji bo li Lîbyayê aştiyeke mayînde çêbe û pêvajoyeke siyasî ya kêrhatî hebe em ê xebata xwe ya bi Îtalyayê ra bidomînin.”
Çavuşoglu li Wezareta Karên Derva piştî hevdîtina bi Wezîrê Karên Derva yê Îtalyayê Luîgî Dî Maîo ra di daxuyaniya çapemeniyê ya hevbeş da axivî.
Mevlut Çavuşoglu diyar kir di hevdîtina bi Dî Maîo ra der barê serdana xwe ya duh li Lîbyayê kiribû da agahî daye.
Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu destnîşan kir ji bo li Lîbyayê aştiyeke mayînde çêbe û pêvajoyeke siyasî ya kêrhatî hebe Tirkiyeyê xebata xwe ya bi Îtalyayê ra bidomîne û wiha got: “Li vir haya me ji rola girîng a Îtalyayê heye. Em sipasiya wan dikin. Roleke hevseng girtin. Mîna hin dewletên Yekîtiya Ewropayê li cem Hefterê derbekar cî negirt û ji bona agirbest û pêvajoya siyasî hewl da.”