PLAY da ku guh bide radyoyê
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: “Ji bona li Sûriyeya cînarê me hizûr, ewlehî û îstiqrar çêbe çi ji destê me were em ê bidomînin.”
Civîna Sêalî ya Tirkiye-Federasyona Rûsyayê-Îranê ya Formata Astanayê Da ku Serokomar Erdogan, Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn û Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi vîdeokonferansê beşdar didin dest pê kir.
Erdogan di beşa ji çapemeniyê ra vekirî da diyar kir civîna şeşan ya li ser Sûriyeyê bi vîdeokonferansê çêdikin û got ku ji bona me li Sûriyeyê yekîtiya siyasî, parastina yekbûna axê, li qadê tesîskirina sikûnetê û çareseriyeke mayînde ya bo îxtilafê beriya her tiştî tê.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ji bona li Sûriyeya cînarê me hizûr, ewlehî û îstiqrar çêbe çi ji destê wan were wê bidomînin.
Di civînê da digel Serokomar Erdogan Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu û Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar amade ne.