PLAY da ku guh bide radyoyê
Çavuşoglu di bernameya li NTVyê der barê rojevê da axivî.
Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu li ser pirsa nîqaşên der barê Ayasofyayê da ku ji îbadetê ra bê vekirin diyar kir Ayasofya meseleyeke navneteweyî nîne û got ku ev meseleyeke desthilatdariya neteweyî ye.
Çavuşoglu li ser pirsa banga agirbestê ya ji bona Lîbyayê ku bi mazûvaniya Misrê Xelîfe Hefterê pêşengê hêzên nemeşrû yên li rojhilatê Lîbyayê û mutefîqên wî kirin wiha got: “Gorî qinaeta me banga agirbestê û daxuyaniya muşterek bêqîmet bûye. Ne rast e û ne jî ji dil e.”