PLAY da ku guh bide radyoyê
Ji destpêka sedsala 19emîn pê va temamiya erdnîgariyên Misilmanan an rasterast an jî binavgîn rastî dagirkeriyên emperyal hatine. Ev dagirkerî bi giştî di demeke dirêj da rasterast weka îstilaya eskerî an jî bi rêya rêvebiriyên ku îradeya wan şikestiye va hatine kirin. Di roja me ya îroyîn da jî ji aliyekê va tundiya ÎŞÎD/Talibanê, ji aliyekê va jî tevkarên xayîn ên weke FETO hene. Ev tundî û xayîntî di nav pêvajoyeke girêdayî aborî, erozyona çandî, dorpêçkirina siyasî/civakî û gelek pişaftin û zextên post-modern da dewam dike.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyemîn NATO/Rojava û Pakta Varşovayê/Yekîtiya Sovyetê çêbû û her çend ev pergala siyasî piştî 1990î têk çûbe jî, li ser rûyê dinyayê hê pergaleke ku tê da hevsengî hebe û aktorên wê pir bin, ava nebûye. Ji Fasê heta Endonezyayê, li gelek beldeyên Îslamê bê îstiqrarî derketiye holê, şûna dewletên ku têk çûne tevgerên siyasî, civakî û dînî yên nû derketine holê.
Hin sazûmaniyên ku li ser navê Misilmantiyê hatine avakiri jî him weke yên berê ne him jî meneya wan a eslî hatine dûrxistin, bi bingeha wan ra hatine lîstin, weke ku genetîka wan hatine lîstin. Piştî bûyera 11ê îlonê bi pêvajoya ku bi dagirkirina Efxanistanê va dest pê kir û bi dagirkirina duyemîn Iraqê va dewam kir, tengavkirina Misilmanan ji her alî va dest pê kir. Digel êrîşên medyayê yên ku bûne kevneşopî, li ser medyaya civakî jî kes, sazî an jî dewlet bi rehetî wek “piştgirê terorê/terorîst” tewanbar û lekedar kirin. Heyameke ku êrîşên kirêt tê da tên kirin, heye.