PLAY da ku guh bide radyoyê
Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, hêzên koalîsyona Ereban di daxuyaniya xwe da wiha got, “Milîsên Hûsî ên terorîst wesayîteke bêmirov a bombebarkirî şand herêma Hamis Muşaytê ku dikeve başûrê Erebistana Siûdî û wesayît ji aliyê pergalên parastina esmanî ya koalîsyonê va hat xistin.”
Hat ragihandin ku Hûsiyan wesayîta bêmirov a bombebarkirî şand ser axa Erebistana Siûdî û wesaît hat xistin.
Li gor nûçeya SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî, hêzên koalîsyona Ereban di daxuyaniya xwe da wiha got, “Milîsên Hûsî ên terorîst wesayîteke bêmirov a bombebarkirî şand herêma Hamis Muşaytê ku dikeve başûrê Erebistana Siûdî û wesayît ji aliyê pergalên parastina esmanî ya koalîsyonê va hat xistin.”
Hêzên koalîsyonê 34 êrîşên esmanî birin ser Marîbê
Ji aliyê din va li gor nûçeya ku ajansa nûçeyan a Sabayê ya girêdayî Hûsiyan dispêre çavkaniyekî ewlehiyê, hêzên esmanî yên girêdayî koalîsyona Ereban 34 êrîşên esmanî birin ser bajarê Marîbê, êrîşan xesareke mezin da cî û warên qamû û sivîlan.
Koalîsyonê der barê mijarê da hê tu daxuyanî nedaye.