PLAY da ku guh bide radyoyê

Kontrola asayîşê ya li Stenbolê:498 gumanbar hatin binçavkirin

Kontrola asayîşê ya li Stenbolê:498 gumanbar hatin binçavkirin

Like
161
0
الإثنين, 29 نوفمبر 2021
أخبار

Di kontrola asayîşê ya li Stenbolê da 498 gumanbar hatin binçavkirin

Li Stenbolê di kontrolkirina asayîşa “Yedîtepe Hizûr”ê da 498 gumanbarên der heq wan da ji ber sûcên curbecur biryara binçavkirinê hebû, hatin qefaltin.

Ekîbên Midûriyeta Ewlehiya Stenbolê di merheleya ewil da li 212 deverî bi 1890 personel, helîkoptêreke polêsan û 2 Botên Şaxa Bendergeha Behrê va di navbera saet 19.00-21.00î da kontrolkirina sabît a ser rêyan û di merheleya duyemîn da jî di navbera saet 21.00-00.00î da jî li deverên alenî bi navê “Yedîtepe Hizûr” va kontrol kirin.

Di encama kontrolan da GBTya 152 hezar û 593 kesan hat kirin û di nav wan da 498 gumanbarên der heq wan da ji ber sûcên curbecur biryara binçavkirinê hebû hatin girtin û 164 kesên qaçaxên esker bûn jî hatin qefaltin.

Di dawiya kontrolan da 40 tiving/demançeyên bêrûxset, 302 gule, 12 demançeyên bêrûxset, 6 kîlo û 188 gram madeya hişbirê, 160 pakêt çixareyên qaçax, 163 heb hebên tiryakê, 12 hezar û 610 lire û 5 hezar û 725 dolar jî pereyê tê texmînkirin ji firotina tiryakê hatiye qezenckirin, hat bidestxistin.

Di kontrolkirina elenî da 777 der hatin kontrolkirin û der heqê 10 kesî da muemeleya îdarî hat kirin û 4 hezar û 689 lire jî ceza hat birîn.

Di dawiya kontrolan da 21 hezar û 551 wesayît û 744 motor hatin kontrolkirin. Der heqê 761 wesayît û motosiklêt û tevlî 14 şofêran da muemele hat kirin û 5 wesayît ji trafîqê hatin mehrûmkirin û bi tevahî 49 hezar û 659 lire jî ceza hat birîn.

Comments are closed.