PLAY da ku guh bide radyoyê

Kovîd-19: Li dinyayê hejmara kesên baş bûn ji 4,5 milyon derbas kir

Kovîd-19: Li dinyayê hejmara kesên baş bûn ji 4,5 milyon derbas kir

Like
51
0
الجمعة, 19 يونيو 2020
أخبار

Li seranserê cîhanê hehmara rehetbûyên ji cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) 4,5 milyon derbas kir.

Li gorî daneyên ku li ser malpera “Worldmeter”ê hatin parve kirin, li cîhanê 4 milyon û 501 hezar û 293 kesên ku bi Kovîd-19ê ketin, rehet bûn.

Di cîhanê de 10 welatên ku herî zêde pêketî li wan rehet bûn bi vê rêzê ne:

DYA (924 hezar û 930), Brezîlya (503 hezar û n 507), Rûsya (313 hezar û 963), Hîndistan (205 hezar û 182), Çîlî (186 hezar û 441), Îtalya (180 hezar û 544), Almanya (174 hezar û 100), Îran (156 hezar û 991), Tirkiye (156 hezar û 22) û Perû (131 hezar û 190).

Vîrusa ku cara yekê li Wuxana bajarê navenda Hubeiya eyaleta Çînê hat dîtin, nuha li zêdetir 200 welat û herêman belav bûye.

Li seranserê cîhanê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê gihişt 8 milyon û 551ê û heta nuha 455 hezar û 175 kesî ji ber vê nexweşiyê canê xwe ji dest dan

Comments are closed.