PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de hezar û 114 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 139 hezar û 771ê.
Di 24 saetên dawîn de 55 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 3 hezar û 841ê.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 3 hezar û 89 kesan, hejmara yên ku ji Kovîd-19ê rehet bûn gihişt 95 hezar û 780î.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca: “Heke em pabendê rênimayan bin, dê di nêzîk de ji 1000î kêmtir bibe.”
Wezîr Tendirustiyê Koca: “Di hejmara nexweşên entube û yên di beşa nexweşiya giran de kêmbûn berdewam e.”
Wezîr Tendirustiyê Koca: “Hejmara wefatan a îro 55 e. Bila em jibîr nekin berdêla bê tedbîriyê giran e.”