PLAY da ku guh bide radyoyê
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 988 pêketiyên Kovîd-19ê hatin teşxîskirin, hejmara pêketiyan gihişt 167 hezar û 410an.
Di 24 saetên dawîn de 21 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan, hejmara miriyan bi giştî gihişt 4 hezar û 630î.
Di 24 saetên dawîn de bi rehetbûna 926 kesan, hejmara rehetbûyên ji Kovîd-19ê gihişt 131 hezar û 778an.
Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, “Hejmara me ya testan tevî yên bi mebesta nihêrînê di 54 hezaran re ye. Kêmbûna hejmara nexweşên di beşa nexweşiya giran de, didome.”